13 July 2026 - 18:55
Source: Tasnim News
Tengava Hurmuzê bi temamî girtî ye; tewra korîdora Amerîkî-Omanî jî.

Li gorî wêneyên ajansa nûçeyan a Tesnîm, keştî û gemiyên li dora Tengava Hurmuzê rawestiyane.

Berevajî îdiaya Trump, wêneyên rojnamevanê Tesnîm ji Tengava Hurmuzê nîşan dide ku piştî têkşikandina eşkere ya hema hema hemû bendên memorandûmê, û bi taybetî bênda 5'emîn a memorandûma Îslamabadê ji aliyê Amerîkayê ve, Îran li ser bingeha mafê xwe yê bêguman Tengava Hirmizê girtiye û keştî û gemiyên li dora vê tengavê rawestiyane.

Li gorî wêneyên ajansa nûçeyan a Tesnîm, keştî û gemiyên li dora Tengava Hirmizê rawestiyane.

Li gorî rapora koma navneteweyî ya ajansa nûçeyan a Tesnîm, berevajî îdiaya Trump, wêneyên rojnamevanê Tesnîm ji Tengava Hirmizê nîşan dide ku piştî têkşikandina eşkere ya hema hema hemû bendên memorandûmê, û bi taybetî bênda 5'emîn a memorandûma Îslamabadê ji aliyê Amerîkayê ve, Îran li ser bingeha mafê xwe yê bêguman Tengava Hirmizê girtiye û keştî û gemiyên li dora vê tengavê rawestiyane.

Tengava Hurmuzê bi temamî girtî ye; tewra korîdora Amerîkî-Omanî jî.

Di hin qonaxan de keştî û gemiyan ji vê rêyê derbas bûne; lê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi hişyarkirina li hemberî keştî û gemiyên ku ji rêya neqanûnî derbas dibin û herwiha bi bersiveke qethî li hemberî mudaxeleyên leşkerî yên Amerîkayê, karîne ku tevaya Tengava Hirmizê bi destê xwe ve kontrol bikin.

Amerîkî hê jî hewl didin ku keştiyan ji vê korîdorê derbas bikin, lê Îran jî bi qethî tekez kiriye ku destûr nadê ku Tengava Hirmizê ji sepana serweriya Îranê derkeve. Heke ku keştî û gemiyan dîsa bixwazin binpêkirinê bikin, dê bi sizayeke qethî re rû bi rû bimînin û heke Amerîka jî li pey peytandina binpêkirinê be, dê careke din bê sizadan.

Dawiya peyamê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha